Wêne

 
 

 

 

Dem

 

Arşevê Oskan

Di sala 1967 an de, li gundê Bîrkinêsê, di navbera bajarê Dirbêsî û Serêkaniyê de, ji dayik bûm e. Li gundê me, ji bilî zimanê kurdî nayê axaftin, dayika min heyanî ku koça dawî kir, hînî zimanê erebî nebû. Bavê min, bi sê zimanan zanîbû, kurdî, erebî û turkî. Dibe ku ji sedema zimanê dayikê be, zimanê kurdî li cem min, tu toz nehat ser û pîrozbahiya xwe bi xurtî parast. Dê û bavê min, wek hemû malbatên Kurd bi jiyana çandinî û xwedîkirina heywanan ve mijûl dibûn. Bavê min ji êl û eşîra Azîzan e, herweha gundê me ji 120 malbatan pêk tên û piraniya wan, ji mala Oskan in, Oskan bavekî mala Bozo ye, û Bozo jî, yek ji şaxên êla Azîzan e.

Min xwendina xwe ya despêkê (seretayî) li gundê xwe kir û ya navçeyî li bajarê Dirbêsiyê û herweha lisse li bajarê Hesiça. di sala 1988 an de ez ketin nav leşkeriya Sûrî ya ku bi darê zorî herkes didan ber xwe û ew dajotin leşkeriyê. Min leşkeriya xwe li ser derya sipî li ser pişta gemiyan derbas kir, li bajarê Latakiyê, başûrê Eskenderonê. Heyanî 1991 ê ez jê rizgar bûm û vegeriyam gundê xwe.

Berhemên min yê piştî leşkeriyê piranî helbest bûn, di pirtûka minî yekem „Hêviyên Birîndar“ de, sala 1995 an de cî girtin. Helbestên min yê piştî sala 1995 an, di pirtûka minî diwem de, bi navê „Kê Gul Çînî?“ di sala 1999 an de çap bûn. Berhema min ya sisyan „Berbang Qedexe ye“ sala 2001 ê de, bi helbestên nûjen çap bû, û bû yek ji weşanên kovara Zevî. Di sala 2001 de me biryara derxistina govara Zevî da, ez bûm sernivîserê wê. Heyanî dawiya 2003 an 10 hijmar jê derketin û bi derketina minî ji welêt, ew jî rawestiya, mixabin. Kovareke rewşenbîrî serbixwe bû.

Ez di sala 1996 an ji keçek mirovekî xwe zewicîm, ji me re sê zarok çêbûn, Eyaz, Neyaz û Amed, du kur û keçek.

Dijwartirîn sal di temenê min de, salên di navbera 2000-2005 an de, di van herpênc salan de, min dê û bavê xwe winda kir, ez kocberî Europayê bûm û ji zarokên xwe dûr û derdê xerîbiyê dikşînim... û hinek zehmetiyên din. Lê dîsa jî ez dibêjim divê mirov xwedî bawerî be, da ku biserkeve. Hêvîdarim ku salaên bên, gelek derî û girêkan veke. Ji berhemên min û we yên ne çapkirî :

- pirtûkek ji çîrokên dahînanî.

- = helbestên nûjen.

- = helbestên kilasîk.

- şevbuhêrkên Hamburgê. Diyalok bi kek Husên Dozen re.

Pirtûkek serpêhatî yên li Almaniyayê

 

tirej.name©2007

  Gotar

  المقالات

  Neqiş û wêne

 

  Pirtûk xane

  المكتبة

Daxistin

Paltalk 9.0

:: Daxine ::


Kiborda kurdi

:: Daxine ::


Fonte kurdi

:: Daxine ::


Yahoo messenger

:: Daxine ::


Msn messenger 8

::  Daxine ::


Win Rar 350

::  Daxine ::


Real player 10.5

::  Daxine ::


Skype messenger

::  Daxine ::


Adobe Reader 7

::  Daxine ::


Mevanê Di Malperê de