|

Dildarê Mîdî
kurtejiyana min - Navê min Mihemed kurê Ehmed kurê Mihemed
kurê Haco kurê Doşo ye .
Bavê min bi zarotî destê xwe ji mam û pismamên xwe birî
û gundê Bafê (kevana reş ) li pişt xwe hişt û berê xwe
da binya xetê û dawî li gundê ( Elwanka Şêxê ) bi cî bû .
- Ez biçûkê sê xwîşk û du bira me ( Şihab Û Haşim ) .
Di sala 1963 yan de li gundê ( Elwankê) ez haim dinê .
Di sala 1972 yan de me mala xwe barkir û em li bajarê
Qamişlokê bi cî bûn
- Min xwendina xwe berdewam kir ta kû min ( bekelorya )
sitand
û piştre min li zanûngeha Şamê beşê toreya Erebî jî du salan
xwend,
lê mixabin min ji ber hin sedeman nebir serî .
- Di sala 1983 yan de min dest bi ristin û hûnandina
gelbesta kurdî kir. Û pêre ez di danhev û komkirina
folklorê kurdî de jî mijûl bûm . Mîna
( Çîrok, metelok, şertok, stiran, listikê zarokan û gotinên
pêşiyan ) .
|