|

Ebdilwehab Ezîz
Navê
min " Ebdilwehab Ezîz " e , Ebdilwehab kurê Cemîlê Ezîzê
Şêxê Irna me. Ez Mandîme, ferxê kulikim. Tême naskirin bi
navê " Mele " .
Ez piştî şewata Sînemê ji
dayka xwe re çêbûme, di 10 – 4 – 1961ê de li bajarê Amûdê.
Ez li cade û sikakên
Amûdê mezin bûme, Amûda bavê Mihemed, kevnetirîn bajar li
deşta Merdînê .
Amûdê her di bala min de
dimîne; Taxa Mandîya, Taxa Mela, Riya Darê, Birka Mele
Hesen, Rezê Wethiya, Rezê Cemîlo, Riya Mêrdînê, Girê
Şermola, Sînema Şewitî, Gola Enter, Gola Şêxê Doda, Camiya
Mezin, Bîra Serraf, Bîra Tirwazî, Qişle, Taxa Mîtor, û
rûbarî wanjî mirovê Amûdê; Haco û Leto ( ku satilê mast me
ji wan re dibir û ji me re difrotin), Elîkê Beg (dikançiyê
tiştên zarokan), Elîko (Erbançiyê ku fêkî difrot me), Sofî
Gundoro (ku derdiket ser xanî û şîret li me dikirin), Şêxê
Kewê (Textorê ku gelek derzî li min xistine), Osê Şaro (Ê ku
li ber dengê bilûra wî em mezinbûn), Mihmedê Kemo (yê ku
hişt em ji peyvan hezbikin), smaîlkê Cinatî (Tembûrvanê ku
heta îro ez li dengê wî guhdardikim), Newafo (yê ku cil û
bergê wî huner bi xwe bû), Şerîf Heskê (Ew bejna bilind li
ser hespê), Izo (Raza Amûdê), Hecî Yihya (Dîroka me), Ûsê
xerat (Bêhna fireh di kar de û xeratê pêşî li xaka Cezîrê).
Ev tevde di mejiyê min de
meya û bû sermiyanekî biha ji min re .
* * *
Xwendina min heta
bekeloriya li Amûdê bû, wê xwendinê kir ez xwe bixwînim. em
xort digîhan hev û me di xeyalê xwe de cihanek li gorî xwe
ava dikir, her yek ji me mewalek di serê wî de bû, em ji
mewala çêbûn, qorzîkê cadan cihê civatê me bû yan jî hewşa
camiya mezin yan jî em bi çolê diketin li ser sînoran em
beladibûn.
* * *
Ev teqireqa li dora min
kir wek gîha ez ji bin kevir derkevim, û ez hogirî
nivîsandinê bibim, derîyê mala me yê vekirî ji xortan re,
heta ku ji diya min re digotin " ca xortan" bavê min yê ku
herdem "Mem û Zîn" a Ahmedê Xanî ji me re dixwend, çûn û
hatina zana û siyasetmedaran ji têkeliyên malbata me bi wan
re, hebûna pirtûkan bi pirranî li mala me, Şêx Sedrî ku
dihat li orta me li ser kursî rûdinişt û em li dora wî
komdibûn. û helbestên Cegerxwîn ji me re dixwend, Sedîqê Ûsê
xalê min yê kêfçî ku dengbêjan tevde xwe lê digirt, ev tevde
li alîkî û qutabxana " Ebî Ela' Elme'erî" ya tevlihev ji her
alî ve li aliyê din, em xort û keç tevhevbûn, her xortekî di
xeyalê xwe de keçek ji xwe re neqandibû, ez jî yek ji
wanbûm.
" Spehîbûn"ê kir ez dest
bi nivîsandinê bikim, şeva 29 – 11 – 1977 an gava pêşî ji
min re li ser rêka nivêsandinê bû, çaxa ku hat bala min ez
bêjim:
Emîra min xwîn şêrîne
gava ez lê dinerim
dilê min diêşîne.
***
Bi ketina şorişa Êlûnê
re, hemû xwenêd minî zaroktî hilweşîyan. Lê şorişa Gulanê ez
rakirim û Dîwana Seydayê Cegerxwîn (kîme ez) giha destê min
hişt ez xwe nasbikim. dema min dest bi nivîsandinê kir, ne
"Internêt, û kompyûter û mobayil" hebûn û ne rêberek hebû ji
min re, min xwe bi xwe çêkir, û cihêd weşanê tunebûn,
kêmbûn, carcarna nivîsandinên min dihatin weşandin.
Curnika Qamişlo hişt ez
bibim " Kabreşê BERWARÎ " ji ber min nikarîbû bi navê eşkere
ez xwe bidim nasîn. Li gora demê ez bi kêrî xwe hatim,
şevbuhêrkên toreyî ez têde pişkdar dibûm, li Heleb, Şam,
Qamişlo, Hisiça .
Vegera Dr. Mihemed Bakro
ji Ewrupa bo welat, û nêzîkbûna min jê re hezkirina hozanê
di min de çand, ji ber heyvanê hozanê da min, hişt ez
nasbikim helbest çiye û ez çawa pênûsê bigrim.
Bi kurdî û Erebî
berhemêd min di kovaran de belavbûne ( Helbest – Çîrok –
Gotar û gelek nivîsandinên din), Sala 1996 an berevokek bi
navê (
الأميرة زارت المملكة
), ( Xatûnê serdana kişwerê kir ) bi zimanê Erebî min
belavkir.
|