|
Binavê hemû nivîskar û amadekarên malpera Tirej.name em
sersaxyê ji milletê kurd û malbata S.Keleş re dixwazin.

Seydayê Keleş çû ser dilovanya xwedê

Roja duşemê 18/6/2007 se’et
çarê
sibehê li bajarê Qamişlo , helbestvanê mezin Seydayê
Keleş çû ser dilovanya xwe û îro se’t çarê êvarî wê li
bajarê Qamişlo bê veşartin.

Kurte nivîsek li ser jiyana S.Keleş û Helbestên wî:
Seydayê Keleş di sala 1930 hate jiyanê , û ew bi
helbesta Kilasîk ve
Tê
nasîn .
Dest binvîsê kir ji xortniya xwe de , û êşa xwe û miletê
xwe kir majra serke ji helbestên xwe re.
Helbesta xwe bi zimanê mirovê Kurd yê perîşan û bindest
û azadîxwaz nivîsî.
S-Keleş gelekî nêzîkî mamosteyê mezin Cegerxîn bû û di
dibistana wî de ya helbestê mezin bû.her wiha seydayê
Cegerxwîn gelek alîkarî bi wîre kirbû di warê
nivîsandin û avakirina helbesta kilasîk de.
S.Keleş di gelek mijarade nivîsandiye, di warê welat
perwerî de li ser welatê xwe , xaka wî , sînorên wî û
navdarên wî danî.
Her wiha seydayê hêja evîn
û hasten dilê xwe jî ristibû gelek helbestên pesindar
ji Jina Kurd re ya ku S.keleş yar û dayik û xebatker û
pakrewan tê de ditît.
Berhemên wî:
-Em û dijmin
1986
-Rêka gel 1981
-Derdê millet 1993
-Ronahî 1994
Û ji bilî wan çend
dîwanên dî yê ne çapkirî henê ji ber rewşa wînî diravî.
لمحة عن حياة الشا عر
الكردي سيداي كلش وشعره

يعد الشاعر الكردي "سيداي كلش" المولود سنة 1930احدالشعراء
البارزين في كتابة القصيدة الكلاسيكية. بدأ بكتابة القصيدة
الشعرية الكلاسيكية منذ شبابه وبعد معاناة كبيرة مع الواقع
و تأزماته اتخذ من حياته وعذابات شعبه وسيرة أمته المادة
الأساسية في بناء خطابه الشعري و استلهم من التراث الكردي
الثر والغني قصيدته فتوجه في قصيدته التي كتبها بلغته
الكردية إلى الإنسان الكردي المقهور على مختلف الأصعدة ،
تحدث بلسان هذا الكائن المسلوب من أرادته وحياته وتاريخه ،
فعبر بصدق عن ماهية المأساة وحالة التمزق القسرية التي
يعيشها هذا الإنسان المتطلع إلى حريته:
يكفيكم نوما ونعاسا يا أبناء الشعب
وانهضوا من الرقاد الطويل
عليكم أن تطالبوا بحقوقكم
تأثر الشاعر كلش بالشاعر الكبير "جكر خوين 1903-1984"،
قرأ أشعاره وفتن بها إذ كان جكر خوين في تلك الفترة شاعرا
هاما ومجدا ،حيث كانت أشعاره بمثابة بيانات سياسية أشعلت
في نفوس قومه الرغبة في التحرر و التقدم.
اقترب كلش من جكر خوين فاستفاد من توجهاته حتى أنه يمكننا
القول أن جكر خوين تبناه شعريا فكان يشرف على قصائده
ويبين له مواطن الضعف والخلل ويرشده إلى المبنى الأفضل و
المعنى الأسمى في تأسيس وصياغة القصيدة فكان بذلك الأب
الروحي للشاعر كلش.
استطاع الشاعر سيداي كلش عبر تجربته الشعرية الطويلة أن
يؤسس لقصيدته الوطنية التي أولاها الاهتمام الأكبر في
تجربته فحاول جاهدا أن يحمل قصيدته هذه كل شحناته الروحية
الثورية تلك التي تثور في دواخله فتحدث عن وطنه بتضاريسه
وأماكنه وحدوده، كذلك تحدث عن أبطاله ورموزه على مر
التاريخ فاستحضر كاوى الحداد ورأى فيه البطل الأسطوري
للكرد وحاول في قصيدته أن يتنبأ بكاوى جديد يعود ذات يوم
فيكون النوروز الجديد المتجدد ،و استشهد بأحداث تاريخية في
حياة الكرد هذه الأمة العريقة ،وكعادة الشاعر الكلاسيكي
كان سيداي كلش ولا يزال الشاعر المعبر عن الحالة الموجودة
بكل تواشجاتها تغيراتها.
ها قد زال الظلم والاضطهاد
وانكسرت القيود والأغلال
تقدموا أيها الشباب الجديد إلى الأمام
الحرية بانتظاركم
إلى جانب قصيدته الوطنية انتبه كلش بحس الشاعر إلى لوا عج
قلبه فكتب قصيدة الحب والروح فهو كشاعر رهيف الإحساس وشديد
الحساسية ملزم بالحديث عن المرأة التي رأى فيها الحبيبة
والمناضلة والأم
وكذلك الشهيدة وأداة التقدم والتطور في الحياة فنجدها في
شعره توصف بطريقة قريبة من روح القارى فيصف شعوره الدائم
بالحب لهذا المخلوق الجميل
وفي مجال التراث فقد اجتهد الشاعر وعاد إليه كثيرا فكتب
الأناشيد القصيرة والطويلة وكتب القصيدة المغناة واتخذ
الكثير من الفنانين الكرد من أشعاره كلمات لأغانيهم
حين أصدر الشاعر ديوانه الأول
em û dijmin“
قدم له جكر خوين فكتب يقول :
(قصيدة الشاعر كلش بنيت على أساس جيد ويطلق عليها القصيدة
الكلاسيكية ويوجد تفاوت في مستوى القصائد إذ أنا نجد
قصائد عالية متعالية وقصائد لاترتفع إلى مستوى مثيلاتها ،
ما أتمناه أن يخطو الشاعر خطوات أفضل في المستقبل )
صدر للشاعر عدة د واوين شعرية هي :
Em û
dijmin 1986
Rêka
gel 1981
Derdê
millet 1993
Ronahî
1994
كما أن هناك عدة دواوين جاهزة للطبع لكنها لم تطبع بعد
لأسباب مادية
Xebat,
Helebçe, Jiyan û bîraninên min, hêvî, baxistan, berbang
ونظراً للموقع الهام للشاعر كلش على الساحة الشعرية
الكردية وتقديراً لجهوده في الحفاظ على القصيدة الكلاسيكية
فقد نال عدة شهادات تقدير وجائزة:
1. وثيقة تقدير من مهرجان الشعر الكردي 2001
2. وثيقة تقدير من الملتقى الثقافي في القامشلي 2002
3. جائزة جكر خوين للإبداع الشعري في دورتها الأولى في
القامشلي 2002 منحته هيئة تحرير مجلة المواسم الأدبية التي
يصدرها الشاعر إبراهيم اليوسف.

Stêreke din ji asmanê helbesta
kilasîk a kurdî rijiya
Konê Reş
Di roja 18 meha cehzeran de 2007, Seydayê Keleş(
Mele Hisênê Bizgûrî) xatirê
dawî ji me xwest û çû ber dilovaniya Xwedê, di mala xwe
de li bajarê Qamişlo.
Di eynî rojê de, di gel cemawerekî zexim ji evindarên
peyva kurdî a resen û
rêxistinên kurdî, termê wî hat spartin xaka sar û
cemidî, di rex gora Kemal
Ehmed,
şêxmûs û
şêx Maşûq
de, di goristana Qudûr Beg de li Qamişlo.
Seydayê Keleş
di sala 1930 î de li gundê Bizgûrê ji wîlayeta Mêrdîne
li
kurdistana Serxetê(Tirkiyê), hatibû jiyanê. Di 6 saliya
temenê xwe de bav û diya
wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî Binxet dibe.
Li Binxetê, di temenê 10 salî de, dest bi xwendina
olperestiyê kiriye, di
sala 1945 an de, dest bi karê welatparêzî û xwendina
kurdî kiriye û dan û
standinên wî bi rewþenbîrên wê hingê re çêdibin wek
Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele
Ehmed Namî, Seydayê Tîrêj.. û bi wan re dest bi
hunandina helbestê dike.. Ji ber
ku wî ji biçûkaniyê ve, gelek zilm û zor dîtibû û di
gelek cûreyên kar û xebatê
kiribû, ji bo pêkanîna gepa nanê xwe û zarokên xwe; ji
cotkariyê,
şivantiyê,
palayiyê û avakirina xaniyan, ji ber van yekan, piraniya
ristên wî bi dijwarî û
xurtî êrîşî
zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dike, û li dor rewşa
gel û
welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên
xwe re lîlandiye û ji
têkçûnan re hawar kiriye..
Seydayê Keleş
Xwedî 8 dîwanên Helbesta ye:
Ji Dîwanên wî yên çapkirî:
1 – Em û Dijmin
2 – Rêka Gel
3 – Derdê Millet
4 – Ronahî
5 – Xebat
6 – Gotinên Pêşiyan
Yên destnivîs sê dîwan û bîranin e:
1 – Helebçe
2 – Berbang
3 – Baxistan
4 – Bîranînên Min
Di guhestina termê wî de, çend gotin hatin xwendin, ji
wan gotinan a
rewþenbîrên kurd li Binxetê, ya ku min bi devikî, li ser
daxaza heval û hogiran
got:
Çax û demê we xweş
be, hun bi xêr hatin û bi xêr vegerin
Spas ji we re, ji hatina we re, ji beşdariya
we re..
Bêguman iro stêrek ji asmanê helbesta kurdî a kilasîk
rijiya. Ew stêr Seydayê
Keleş
e. Seydê Keleş
rewşenbîrekî
ji nifşê
piþt Hawarê bû, yek ji wan kesan bû,
ewên ku xeleka rewşenbîriya
kurdî di nav kurdên sûriyê de, bi zimanê kurdî bi
berdewamî gerandine, mîna Cegerxwîn, tirêj, mele Namî,
Qedrî Can.. Ango ew jî li
ser rêbaza kovara Hawar ê û Mîr Celadet Bedirxan meşiya
ye. Wî jî dengê xwe tevî
dengê Mîr Celadet Bedirxan kiriye û gotiye:( Kuro !
Eybe,
şerme, fihête an hînî
xwendin û nivîsanina zimanê xwe bibin an mebêjin em
kurdin…)
Erê seydayê Keleş
xelekek qewîn bû di navbera rewşenbîrên
kevin û nû de..
Em wek rewþenbîrên kurd li Binxetê, bi coşeke
gur û gerim Seydayê Keleş
bi
oxir dikin û spasiyên xwe ji hemî kesên ku beşdarî
xatixwestina wî bûne pêşkêş
dikin.
Seydayê Keleş,
yê me tevaye, yê civata xwe ye, yê Kurdewariyê ye…Em bi
we re,
jêre dilovanî û bihiþtê ji Xwedanê gewre hêvî dikin.
Konê Reş
Qamiþlo 18/06/2007
Gazinên şeveke
xemgîn

Seydayê Keleş
Ahîn Zozanî
Hezar rehmet li te be seydayê Keleş, Xwedê te bi
dilovaniya xwe şa bike..
Te di şeveke bêdeng de ji nav miletê xwe
bar kir.. Bi dilekî şikestî û evîneke birîndar, lê te
sipîndara wêjeya xwe li xaka welat çandiye.. Wê herî
bejin bilind û bi hawar û fîxan be û gazî gelê xwe bike,
rabin ji xewa giran dîwanên (Rêka gel, Derdê milet, Em û
dijmin û Ronahî) li ber bihna we ne..
Seydayê Keleş bi derdê miletê xwe hay
dibû, belê mixabin milet nikaribû derdan ji ser dilê wî
bide alî û bi êşa wî hay bibe.. Di dîwana (Derdê milet)
de gazî û hewar kiriye:
Ta kengî em ê wisa birçî bin
Ta kengî em ê tazî û tî bin
Di vir de dide xweyanîkirin ko kurd
perîşan in û gerek em tev bi hev hay bibin û bi êşa hev
zanibin dîsan di vir de dibêje çima em ê herdem bindest
bin:
Ta kengî li ser me wê xwedî bin
Ta kengî li ber wan em mirî bin
Dema em li dîwanên seydayê Keleş
vedigerin em dibînin ko derdên kurdan nivîsiye.. dîwana
(Em û dijmin) bi zimanê gel di-axive, di vir de gerek em
zanibin ko çi nivîskarê me yê kurdan hebe ew yê gel
tevdî ye û Kurd berpirsiyarê wî ne, em çil milyon kurd
in dema milyonekî ji me karîba buhayê çixarên xwe yê
rojekê ko dişewitînin ji bo çapa berhemên wan yan jî
bikirina alîkarî ji bo kesên nivîskar yên ko rewşa wan
nexweş wekî xelatekê bigihandana wan, dêmeg ew merovê
nivîskar ko herdem xizmetê dike, dê bi nirxê xizmeta xwe
li nav gel hay bibe..
Û yek ji wan kesên ko pir bi hacetî alîkariyê bûn
seydayê hêja Keleş û hunermendê me Mihemed Şêxo yê bi
ciwanî ji nav me bar kir.. Dema ko alîkariya wî biba ew
ê di nav me de geş ba tekez dê nexweşiyan bandor li
moralên wî nekirbana.. Mixabin Piştî diçin nû em poşman
dibin û li ser tiştê çûyî digirîn..
Seydayê Keleş jiyana xwe bi zehmetî derbas kiriye û hemû
rengên belengaziyê dîtine, naxwazim dubare li ser jiyana
wî bi-axivim, çimkî li gelek rûpelên internet li ser
hatiye nivîsandin.. Ez tenê dixwazim gazinekê ji miletê
me yê Kurd bikim; çima we di jiyana wî ya zindî de lê
nedipirsî û hûn li wî nedibûn xwedî??
Ez hêvîdar im, ko Kurdên me li xwe hay bibin û ji hev
hez bikin, herwiha nakokiyê ji bîr bikin û destgirtina
hevûdu bikin, da çarakê ji xwe re bibînin û piştgirtina
nivîskarên resen û hêja bikin… Nivîskarê
jîr û jêhatî
miletekî şiyar dike.. Mînak
seydayê nemir Cegerxwîn ko weke şoreşekê li nav milet bû
û peyvên wî di hinavê dijminan de agir û pêt bûn…
Pirseke giring e, çima em li ser tiştên
çûyî digirîn, çima em hewl nadin ko tiştê heye neçe, ji
bo em bi dûv de negirîn? Yan jî em Kurd fêr bûne ko
herdem li ser doh bigirîn.. Bera em bi biryar û kiryar
bin, ne ko her yek ji me li pişt kompiyûterekê rûniştiye
û em dinerin ka kî mirî ye, kî hatiye kuştin ji bo zû bi
lez û bez li ser wî binivîsînin.!!
20/6/2007
Seydayê Keleş di dlê me de raza

Em Mirov baş dizanin ku Em Mêvanin temen
gurtin yan jî temen dirêjin li ser Baskên vê Gerdûna bê
serî û bê binî,û welê
jî,em Rondikên bi
şewat di herikînin eger hin ji me koçberê dinê dibin,û
bar dikin Barkirinek herdemî,çimkî em wisa fêrî Asaya
Jiyanê ûCîhanê bûne,û bi taybet Demê yê Koçber kelekî
Hêja bê û Zanyar be,Lewra ji Mafê me Kurdaye ku em
Hêsirên miştî Jan bi barînin li ser Koçkirina
Helbestvanê Hêja/Seydayê Keleş/ ji ber ku ew
helbestvanek Mezin ,û Nivîskarek Serbest ,û Xebatkarek
lehig bû.
Seydaê Keleş yek ji wan
Kesên ku Jiyanê Xelata Xew li wan kiriye,û Temenekî
dirêj diyarî wî kiriye.helbet
Keleş Temenê xwe yê dirêj
di xweşî û nexweşiya Jiyanê de bûrandiye,û gelkî di
gemya çerxa Felekê de heja ye,lê tu cara,Vîna wî Sist
nebûye,û Baweriyên wî bi Doza Gelî wî ne leriziye çimku
ew xwediyê înanek mezin bû bi Serkeftina Mirovaniyê û
Her Mirovên Dil Pak û Dilsoz.
Giringiya Helbestên Keleş
ewe ku ew ji Germ bûna Hestên wî himbêz dibûn,û ji
Rastiya Hizir û Ramanên wî di herikîn,piştî di nav
kaniya Raz û Nehînên wî de xwe Avjen dikirin.
Keleş ji destpêka derbaskirina wî di
Cîhana /Helbestê/de ta Roja Dawî ji Jiyana wî,
jı bılî Helbesta Kılasîk ne nıvîst,li
ser Helbesta Serbest di got:(ew Helbesta ser beredayî).û
dijî wê sekinî ta dawî.
Keleş ji wî nivşê Helbestvanê Giran
Buhaye Mîna( Seydayê Cegerxwîn,Seydayê Tîrêj,Mamosta
Yosivş Beraziyî) û Helbestvanên dîne.
Hezar Silav li Giyanê Sedayê Keleş
bin,û Sersaxî ji Malbata wî û hemî dost û Hevalê wî re,
û Sersaxî ji hemî Helbestvana re.
Narîn Omer
|