|
 |
|

Qedrî can
Çaxê mirov bixwaze lêkolînekê an nivîsandinekê li ser
helbestvanekî an nivîskarekî çêbike, berî her tiştî, pêwîste
mirov li nivîs û berhemên wî vegere, û serpêhatiya jiyana wî
bizanibe, û li hin çavkanî û jêderan vegere.Wê gavê ez
bawerim karê mirov wê tekûz û pir hêja be. Lê çaxê ku tu
nivîsandin li ser jiyana wî helbestvanî/nivîskarî tune bin,
û berhemên wî di kovar û rojnameyên ko di destpêka sala sîhî
de derketibin û di yek pertûkê de nehatibin civandin, û tu
çavkanî û jêder-pêvî çend gotarok- li ber destan tunebin. Ez
bawerim wê karekî ne pir hêsan be.
Yek ji van helbestvanan helbestvanê me Qedrî can e. Berhemên
Qedrî can nehatibûn komkirin û li ser jiyana wî pir têvilî
hebûn. Em bawerin nivîsên nivîskar ayîna hundirê wî ye.
Berhemên Qedrî can rûpelin ji jiyana wî ne. Bi taybetî ew
berhem û nivîsandinên ko mîna bîranînên zarotîyê bi awayekî
çîrokî hatine nivîsandin. Di baweriya me de, çevkanî û
jêderê rast û dirust berhem û nivîsên wî ne.
Qedrî can, ew bixwe ji xelkê Dêrika çiyayê Mazî ya paşroyê
bajarê Mêrdînê ji bakurê Kurdistanê ye.
Pireya nivîskar û rewşenbîrên ko li ser jiyana wî
nivîsandine, û bi taybetî li ser dîroka zayîna wî, ne wek
hev gotine. Herdû nivîskarên Kurd M.Uzun û Firat Cewerî
dibêjin:”Di sala 1919an de hatiye dinê”(2), lê mamoste
Izedîn Mistefa Resûl mîna Rewşen Bedirxan dibêje: ”Di sala
1916 an de hatiye dinê”(3).Diyare ko mamoste Izedîn Mistefa
Resûl ev dîrok ji pertûka Rewşenê (Rûpelin ji toreya Kurdî)
wergirtiye(4). Rojnamevan Hesen Qeya di rojnameya
(Dîmoqratî)(5) û li ser zimanê malbata helbestvan gotiye:”Di
sala 1911an de hatiye dinê”, Nivîskar Edîb Nadir ew jî di
gotara xwe de ya di kovara (Metîn) de daye belavkirin
dibêje: ”...Qedrî can di sala 1911an de hatiye dinê û di
sala 1972an de miriye”(6), lê nivîskar Silêman ‘Elî di
gotara xwe de ya di rojnameya (Armanc) de hatiye belav kirin
dibêje:” Qedrî can di destpêka babilîska bîstan de hatiye
dinê”(7), bê ko dîrokê bi cî bike, lê Perofesor Qenatê Kurdo
di pertûka xwe de (Tarîxa edebiyeta Kurdî)(8) de, qet behsa
dîroka zayîna wî nake.
Piştî tevgereke dûr û dirêj, û pirsîneke hûr û kûr, me du
reşbelek li ser zayîna wî peyda kirin. Ev herdû reşbelek
dudiliyê di vê mijarê de nahêlin û dîroka bûyîna Qedrî can
bi zelalî bicî dikin, û li ber çavan diyar dikin. Reşbelekek
jê (Wesîqeya jin anînê), û ya din (nasnameya xwendinê) ye.
Di herdû reşbelekan de, bûyîna Qedrî can sala 1911an bi cî
dike.
Ji hêlekê din ve, me gotibû çîrokên Qedrî can rûpelin ji
serpêhatiyên jiyana wî ne. Di vî warî de Qedrî can
dibêje:”Ew pelên ko ji kitêba jiyana min hatine çirandin,
îro perçên wan î riziyayî belav dikim, bi hev dizeliqînim..
dixwazim ji wan, kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond.. Guneh..
Rojên derbasbûyî.. Serencam.. her yek ji van, ji kitêba
jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin,
zengîn dibin...dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne...”(9)
Di sala 1943an de, çîroka (Serencem), di rojnameya (Roja Nû)
de hatiye nivîsîn, dibêje: ”...Serencam jî rûpelek ji wan
pelan e... Berî bîst û pênc salan bû.. Bi meh û hefteyên
xwe, bi şev û rojên xwe, bîst û pênc sal... Di nav hundirê
mala me de, ji nişkave, hay û hoyek çêbû: birayê min Fethî,
piştî ...du sê rojan dimir...”(10). Li ser gotina Qedrî can,
heger em bîst û pênc salan ji dîroka nivîsandina çîrokê
hilînin, dîroka mirina birayê wî zelal dibe, ku di sala
1918an de miriye. Li cihekî din ji çîrokê dibêje: “Her
êvarên zivistanê..., ji zarokên mîna min şeş-heft salî, tije
dibûn...”(11) Heger dîsa em ji 1918an dîroka mirina birayê
wî Fethî, heşt salan bikujin, dîroka bûyîna wî ji me re
zelal dibe, ko di sala 1911an de hatiye dinê. Bi vê gotinê
Qedrî can bixwe bûyîna xwe diyar dike û di tu reşiyê de
nahêle.
Li vir gotina M.Uzun û F.Cewerî şaş derdikevin, û gotina
Dr.Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen Bedirxan jî şaş in. Ji ber
ko zarokekî di temenê du salan de nikare vê bûyerê bîne bîra
xwe û ne jî xwe navkoyê vê çîrokê diyar bike. Nemaze çaxê ko
em dibînin Qedrî can di hejmara yekê de ji kovara
HAWARê(12), ya ko di sala 1932an de derdiket, gotarek daye
weşandin. Di wê demê de temenê wî bîst û yek salî bû. Heger
em dîroka M. Uzun û Firat Cewerî rast bigrin, gerek temenê
wî sêzde salî be çaxê di HAWARê de nivîsandiye. Ev jî ne
rast e. Ji ber ko li gorî gotina hemû lêkolînvan û
nivîskaran, nivîskarê herî biçûk yê di kovara HAWARê de
nivîsandiye, Dr. Nûredîn Zaza ye, ne Qedrî can e. Lê li ser
dîroka Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen xanimê wê temenê wî
şazde salî be dema di kovara HAWARê de nivîsîye. Ev jî ne
rast e, ji ber ko di wê demê de bi Reşîdê Kurd re li Qonyayê
dixwend.
Navê wî yê rast Ebdilqadir ‘Ezîz can e. Di nasnameya
xwendevaniyê de hatiye; Qedrî ‘Ezîz can e. Navê diya wî
‘Eyşê ye. Ji xelkên Dêrika çiyayê Mazî ye.Di destpêka
xortaniya xwe de tevlî tevgera welatparêzan dibe. Ji ber
sedemên ramyarî dûrî welatê xwe dikeve. Berê xwe dide binya
xetê. Di vî warî de, Cegerxwînê nemir di bîranînên xwe de
dibêje:(.. Du xortên ciwan ji Kurdistana Turkiyê hatine
Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelaskiribûn, herdû xort Qedrî
can û Reşîdê Kurd bûn”(13), ji hêlekê din ve hevalê wî
Dr.Xalid Qotreş dibêje:”Qedrî can ji ber sitema Turkan
xwendina xwe nebir serî, di sala didiwan ji xwendina xwe
(Mala Mamostan =Dar el-mû’elimîn) reviya û hate sûriyê”(14).
Lê di reşbeleka xwendinê de, diyare ko ew di sala çaran de
bû, li bajarê Qoniyayê dixwend. Dr.Xalid Qotreş gotina xwe
berdewam dike:”Di sala 1928an de temenê wî (17)e salî bû
dema hatiye Sûriyê. Di salekê de hînî zimanê Erebî bûye. Li
bajarê Selemiyê xwendina (mala mamosteyan) yên çandiniyê
dixwîne. Piştî ko xwendina xwe kuta dike, li bajarê Entakyê
dibe mamoste”(15). Li wir zanyarê mezin Memdûh’ Selîm
nasdike.
Qedrî can li bajarê Qamişlo û Amûdê mamosteyî dike. Li gorî
gotina şagirtê wî Mustefa Kurê Hesen Hişyar dibije: “(Di
sala 1942an de Qedrî can li bajarê Amûdê kargîrê dibistanê
bû)(16). Li bajarê Şamê, Taxa Kurdan, û derdûra wê jî
mamosteyîyê kiriye. Piştî demekê, li wizareta perwerdiyê
mîna rêvebirê kar xebitiye. Li wir jî pir dirêj nake, li
tomara giştî ya karkirên dewletê kar dike. Demek têre naçe
tevlî komkarên azadîxwazan dibe, û mîna endamekî zîrek, di
nav de, cih digre. Qedrî can mîna mirovekî xebatkar, ramyar
û rewşenbîr tê nas kirin.(17)
Wekî me gotî, Qedrî can di hejmara pêşî ji kovara HAWARê de
nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Di 15-5-1932an de, Qedrî can,
bi pêşewaziya mîrê Kurdan Celadet Bedirxan, di eniya dî de,
eniya çandeyîyê de, nivîskarekî afirandî, stêrka wî geş bû,
û têkoşerekî şervan bû.(18)
Di sala 1936an de Qedrî can helbesta xwe (Reya Teze)
nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Ev helbest (Reya Teze),
helbesta pêşîn e, di dîroka helbestên nûjen û azad, di
toreya Kurdî de”(19). Ev dîrok, bûye mîna qûnaxeke nû di
toreya Kurdî de, hem di nûjankirina helbesta Kurdî ji hêla
ruxsar û naverokê de û hem bûye bîhnokeke di navbera herdû
qûnaxan de; qûnaxa nuhbûn û ya kevniyê de. Ew qûnaxa
kevneşop ya nav lê dikin kilasîk, û qûnaxa nûxwaziya bi
mînake spehî û hevdemî û resenî di yek demê de gihandiye
hev, û di nav xwe de hilgirtiye.
Di sala 1944an de piştî nasîna Qedrî can bi ramana Markisî û
Lênîniyê ve qûnaxeke nû û dîrokî di ramana wî de destpêbûye.
Bûye dostê ramana qomonistan. Silêman Elî dibêje:(Qedrî can
di nav rêzên partiya qomonistên Sûriyê de kar dikir)(20). Lê
Dr. Qenatê Kurdo bi vê yekê razî nabe, dibêje:(Qedrî can
endamek ji endamên partiya dîmoqrat ya kurd li Sûriyê
bû)(21). Dr.Xalid Qotreş bi herdiwan jî rajî nabe û
dibêje:”Qedrî can, ne partî û ne jî qûmûnîst bû. Xebatkar û
welatparêzekî pêşketî bû. Mîna min endamê komela Xoybûnê
bû)(22). Ez bawerim ko mirovekî welatparêz û pêşverû bû,
mîna gelek xortên wê demê bawerî bi riya qomonîstiyê tanî.
Lê bi tu partiyan xwe girênedabû.
Di sala 1957an de, di meha tîrmehê de, Qedrî can bi girûpek
xortên Kurd re beşdarî mehrecana ciwanên cîhanê yê şeşan li
Moskoyê dibe. Li wir, diçe serdana serdarê Kurdan Barzanî yê
nemir û helbesta xwe ya bi navê (serdarê Kurdan Berzanî)
diyarî wî dike. Di sala 1958an de piştî vegera Berzanî, li
bajar Bexdadê careka din hevûdû dibînin. Di wê dîtinê de,
nameyekê bixêrhatinê dispêre destê serdarê Kurdan, û di
kovara Hêwa û Azadî de helbesta xwe ya bi navê (şêr hat
welat)* belav dike.
Di çaxê ku li Moskoyê bû. Diçe nik Prof-Qenatê Kurdo. Di vî
warî de Prof-Q.Kurdo dibêje: ”Ewî ji bajarê Adêsê ji min ra
birqî (têlêgram) bi kurmancî bi van xeberan şandibû”têda
nivîsî bû” Ez Qedrî can im, tevî xortan tême festîvalê
dixwazim te bibînim”(23). Qedrî can çend helbestên xwe yên
ne belavkirî bi xêza destê xwe diyarî Qenatê Kurdo
dike.Qenatê Kurdo dibêje: ”..Deftera çend şê’rên xwe yên
çapnekirî pêşkêşî min kir....Ji wan şê’ra, şê’ra wî ya bi
sernavê “Ez diçim Mosko” wextê Festivalê bi rûsî hatibû
çapkirinê û li rojnama “Îzvêstiya da”(24). Navê wan şê’ra ev
in: ”Ez diçim Mosko, Begê axir zeman, Reya teze, Gula sor”.
Di nav salên (1959-1961)an de li zindana Mezê girtî bû.
Seydayê Cegerxwîn dibêje:”Qedrî can du-sê caran derbasî
zindana Mezê bûye)(25). Ji bo xebata ramyarî û toreyî çend
salan li Libnan û Îraqê maye.
Qedrî can pireya berhem û nivîsên xwe di kovar û rojnameyên
ko li Sûriyê û Libnanê derdiketin (HAWAR, Ronahî û Roja Nû),
belav dikir. Çend helbest li Îraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj
û rojnameya Azadî de jî belavkir.
Pêvî Çîrok û helbestan, çend gotarên wî di kovara (Hawar,
Ronahî û Roja nû)de hene. Ji wan: ”Silêman Bedirxan, Gelo ne
wisa ne, Bihara Dêrikê, Şîna Xalê min, Inqîlaba sor, û Yaney
serkewtin”.
Qedrî can yek ji nivîskarê pêşîn e, ko di van kovar û
rojnameyan de nivîsiye. Evî nivîskarî li kêleka helbestan
kurteçîrok, gotar û karê wergerandinê jî kiriye. Ji hêlekê
din. Alîkarî di wergerandina romana (Şivanê Kurd) ya Erebê
Şemo de kiriye, û pêşgotina dîwana yekê ya Seydayê Cegerxwîn
nivîsîye.
Ji destpêka sala şêstî ta bi sala heftêyî tu berhemên wî bi
dest me neketin. Me ji keça wî Dr. Şêrîn can û mala wan
pirsî, lê mexabin tu destnivîs an reşbelek linik wan tune
bû.
Qedrî can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Şamê
bûrandiye.
Di meha Tebaxa sala 1972an de, li şarê Şamê, li taxa Kurdan
li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hatiye veşartin.
Di sala 1939an de jin aniye. Du kur û keçek wî ji xanima wî
(Neylûfir) hene.
Zayîna zarokên wî ev in: Mizgîn 1943, Şêrîn 1945, Serwer
1948 an
|