|
 |
|

Seydayê Tîrêj
Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala
1923an de li parêzgeha Hisiçê-gundê (Nicîm)ê hatiye dinê.
Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş
salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitik bi cîwar
dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mele Birahîmê Golî, Qur’anê
û çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurda,
ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê
dike.
Ew, di sala 1937an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest
bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê
ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê,
têkiliyên wî bi helbestvanên mezin re mîna Cegerxwîn, Qedrî
can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt dibe. Bi akam û
bandûra wan, evîna helbestnivî-sandinê di dilê wî de şax
daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek
welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî, di nava
civata Xoybûnê de cihê xwe digre. Ligel nivîsandina helbest
û çîrokan têkoşînek ramyarî jî dimeşîne. Dîsa S.Tîrêj di bin
bandora Cegerxwîn de dimîne û ji sala 1948-1952an di partiya
Qomonîst ya Sûrî de kar dike.
Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji
helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin.
Piştî ko Seyda ji zindanê reha dibe, berî dide nav Erebên
Cibûran û ji neçarî demek pir dirêj xwe li nav wan diparêze.
Di sala 1973an de berî dide bajarê Hisiçayê û li wir bi
cîwar dibe, ta ko ji nav me koç dike.
Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê girêdana wî
bi tu rêxistin û partiyan re nebû. Kurdekî serbixwe bû.
Piştgiriya hemû tevgerên Kurdî û Kurdistanî dikir û xwe mîna
yekî ji wan didît. Heger merov li helbestên wî vegere ev
nerîn pir zelal dibe. Tenê li ser zimanê Mamoste Hisênê
Umero tê gotin ko ew di salên pêncî de hevalê partiya
Qomonîst ya Sûriyê bû.
Mamostayê mezin û bi nav û deng Cegerxwîn di dîwana xwe ya
(Kîme Ez) de, li ser seydayê Tîrêj, bi navê wî yê zikmakî
(Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên bilind ji wî
kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:
“... Ev xwendin û zanebûn
Nêzîk dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin; Nezana
Bira destên hev bigrin
Di vê rê de em bimrin...”
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1-Dîwana Xelat, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1985.
Ev dîwan di sala1990î li siwêdê jî hatiye çapkirin.
2-Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990.
3-Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998.
4-Serpêhatiyên Kurdan(1).Ev kurteçîrok ji alî Şêx Tewfîqê
Huseynî hatine wergerandin bo zimanê Erebî.
Berhemê wî yên ne çapkirî ev in:
-Mûlida Kurdmancî.
-Dîwanek ji helbestan. Ya rast (çend helbestên
destnivîsî)hene.
-Serpêhatiyên Kurdan(2).*
*(Ev destnivîs di erşîvê Dilawerê Zengî de ne).
Seyda sê caran hatiye xelat kirin:
-Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995.
-Xelata(100)Saliya Rojnamevaniya Kurdî. 1998, Hewlêr.
-Xelata Koma Helebçe ya Folklorê Kurdî li Cizîrê- Hisiça.
2001.
Seydayê Tîrêj û helbest:
Rêjîmên şovenîst digel talankirina dewlemen-diya serxak û
binxakiya welatê me, bi dijwariyek mezin êrîşî ser ziman,
tore û folklora Kurdî jî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev
armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de
bûye kulek mezin. Ji bo em ji bin destê van rêjîmên şovenîst
derkevin, bi sedan serhildan û berxwedanên bi rûmet me daye;
bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye. Ev şer,
di warê parastina ziman, tore, û zargotina Kurdî de jî, bi
dijwarî dom dike û roj bi roj gûrtir dibe. Ronakbîr,
nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî
şerê ha de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoşînek
giranbiha didin. Pêwîst e, ko em vê xebat û têkoşîna hêja û
giranbiha kêm nebînin û di vî beşê şerê tevgêra
rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj
û mirîperest bin, di saxiyê de xwedî li wan derkevin.
Yek ji wan helbestvanên bi nav û deng jî, seydayê Tîrêj e.
Seydayê Tîrêj, li ser şop û riya helbestvanên helbesta
Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye. Bi van çend gotinan
nerîna xwe di helbestê de diyar kiriye:
“Ez li helbestê bi nezim, awaz, qafiye(serwe), û naveroka wê
dinêrim. Ev her çar şert wê dikin helbest”.
Seyda, rûmet, ronahî û cewherê helbestê jî weha dibîne:
“..Ma rûmeta şi’rê çiye, ned’ xizmeta milet debî
Ronahiya şi’rê çiye, pesnê welat ko têd’ nebî
Çibkim ji wê şi’ra rijî, danegire sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî, çaxê ko cewher têd’ nebî..”
Ew, li gorî dîtina xwe van mercan ji bona helbestê dibîne, û
ji xwe re dike mîna per û baskên balayekî baz ko bi yek firê
baskê xwe li ezmanê helbesta resen dide û xwe di kûrahiya
dilê xwendevanê helbesta Kurdî de cîwar dike. Germahiya
tîrêja helbestê, pencên xwe di dil û hestê xwendevan de rewa
dike, û xwendevanê xwe di nav tevna pursir û pursirîyê de
dîl dike. Bi vê raza ne penî, tezînokên xweşiyê û akama xwe
li dil, hest û derûnan dihingêve.
Li pişt evî bazê serbilind, bazekî şêt û bêhempa di gasîna
helbesta Kurdî de heye. Ew baz jî seydayê nemir Cegerxwîn e.
Tîrêj, di bin baskê helbesta Cegerxwîn de berz û mezin dibe.
Hînî perwaze û firê dibe. Di derya Cezîrî û Xanî de hevotî
melevaniyê dibe.
Linik wî, bejna helbestê pir bilind, bi xeml û xêz û bi kêş
û serwe ye, bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û
salixdanên rojeve, gazin û hêviyên rewşa gel di jîna
jîweriyê de, di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja
ronîkirina riya hişyariyê têne meyandin.
Wek me gotî, bi awayekî kilasîk helbetên xwe dihûne: (pesin,
şînî, evînî, xweşxwan, perwerî û li ser zimanê bale û
teban), kêşa helbestan li ser movik û bi bare ne.
Çewa seyda di bin baskê helbestvanên me yên kilasîk de mezin
bû, weharenge gelek helbetvanên me yên kilasîknivîs jî di
bin bandora seydayê Tîrêj de mane, û akameke xurt li nifşê
pey xwe re kiriye.
Ew, ji dibistana helbesta jîwerî bû, bi rewş û bûyerên gelê
xwe ve pir girêdayî bû. Heger merov li rêzkirina naveroka
helbestan hûr-hûr meyzeke, merov xelekên dîroka gelê xwe, û
bûyer û serpêhatiyên wan gav bi gav, roj bi roj û dem bi dem
lêdivarqile. Ji wan bûyerên herî balkêş ya ko bû sedemê
xweştir, ciwantir û şêrîntirîn helbest bi seydayê Tîrêj re
bête der. Ew kuştiyarî, talankirin û malwêrankirina ko bi
serê gelê Kurd hati bû. Têkçûna peymana yazdehê Adarê bû.
Seyda, volqana derûna wî, kelandin û lihevketina hundirê wî,
sergêjî û pizotên hest û hinav û cergê wî bi hev re ew dane
ber pêlan û peqiyan, li ezmanê toreya Kurdî helbesta (Ey
bilbilê dilşadî) hate vejandin. Ev helbest nûzayeke nû bû di
dîroka helbesta Kurdî ya resen de. Em dikarin bibêjin seyda
bi vê helbesta xwe derbasî gerdûna xweştirîn helbestên Kurdî
dibe.
Ew, di helbestên xwe de, zor û sitemkariya li ser neteweyê
Kurd, hoy û sedemên bindestiya gel, û ji bo rizgariya
Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê
sînor didît, bi hunermendiyek mezin û bi zimanekî şêrîn û
zelal ev rewş aniye ziman.
Bêdiro, bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, paşketin û
pêşveçûna gelê xwe ve dijiya. Radestî li ber narvînê
nedikir, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedidît. Lewra digot:“
jîn divê kotek û zor e”. Ango ûştê azadî û xoybûnê zor e.
Zor nebe setem netê hilavêtin. Bi lavlavan merov naghê
armanca xwe. Têkoşîn şana hebûnê ye. Bi baweriyeke bêbend û
sînor rizgariya Kurdistanê bi şerê çekdariyê dibîne, û
dibêje:
Ez narevim narevim pêşmergim ez narevim
Wek hîm û tehtê çiyê tucar ji cih nalivim
Bi zarotî diya min şîr daye min bi xwînê
Dunya li min bi yek bî ji ya xwe danakevim.
Bi rastî Seyda, heta bi roja dawîn ji jiyana xwe ji ya xwe
nehat xwarê, û digel ko ew bixwe ji malbateke xizan û
perîşan bû jî, lê ewê yekê tucarî nikarîbû çavkaniya
helbestên wî ziwa û bimiçiqîne, yan berê pênûsa wî ji bîr û
baweriyên wî biguhêrîne. Bi pênûseke bejinbilind û zimanekî
rewan û zelal, her çavkaniyên wî diherikîn û dizan.
Dara evîna wî tim şîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî
ye. Lê, heger berê darê tehl nebî şêrînî û sipehîbûnê jî
nadin. Tenê şêrîniya gulê bi dîtin û şîravê xweş e. Lê ya
xweştir ew e, ko bilbilekî şeyda bi deh hawan bixwîne û
pesnê xeml û xêza gulê bide . Wê gavê nuh gulê li naz û
kubariya xwe hay dibe, li ber sura bayê sibê diserçime û bi
qurnazî serî dihejîne. Durv girnijî, rûgeş û dilşa dibe.
Gul! dezgîr e, bilbilê şêt dilketî ye. Heger tu axaftineke
bê sûde, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tucarî tuwê
nikaribî dilê gulê bidestxwekî; ji ber ko gulê dilkoçer e.
“..Wan nêrgizan girtî xunav
Bişkeftî xunca sorgul e
Nêrgiz û sorgul bişkivîn
Çîçek û lal û yasemîn
Xweş tên ji wan bex û bîn
Axifte canê bilbil e
Axifte wî can û ciger
Sermaye axîn û keser
Hêstran dibarê cot û fer
Lewra ko çav herdem şil e..”
Seyda, li ser êmîşê welatê xwe mezin dibû, û pir ji
xweristiya welatê xwe hezdikir. Girêdaneke xurt di navbera
seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de
pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî,
buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe
digot. Navên hersî dîwanên wî navên çiyayên Kurdistanê ne:
(Xelat, Zozan, Cûdî). Binavkirina dîwanên wî pirtir ji me re
diyar dibin bê seydayê Tîrêj çiqasî bi xweristiya welatê xwe
ve girêdayî bû.
“..Rojek ji rojên buhara rengîn
Ez diçûme ser çiyayê Metîn
Çiyakî bilind hemî ber û dar
Li jêrê çiyê gelî û zinar
Li dev newalan hemî bax û rez
Li binya çiyê hemî êl û pez..”
Ew, di temenê xwe de kalemêr bû. lê berê dara evîna wî naz
e, ciwan e. xweştir û ciwantirîn helbestên evîniyê
hûnandiye, û li ser hezkirin û evîndariya keç û xortan û yar
û dilberan lorandiye.
Li ser dûrî, gihandin û kavilên evîndariyê nivisandiye.
Ma gelo nayê te bîrê, ko te dildarek hebû
Her wekî reswa û kola, tim l’ber dergahê te bû
Her dema ko te nedîba roj dibû lê wek tenî
Xan û eywan tim li wî zindan û hebs û çale bû
Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê
belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê
de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya
xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ko bi rola
xwe ya dîrokî rabin:
“Xortê jîr û xwendevan çare û ûmîda milet
Rabe ji xew tu carek serê roja me derket
Xwe rapêçe birader ji bo kar û xebatê
Kes nema ye di xew de cîhan pêkve li hev ket
Li çar kenar û hawêr şer û halan û ceng e
Karwanê riya jînê binêre va bi rê ket
Li şûnwara nemînî dem pir xweş e birader
Divê wextê nemane tu kes bê al û şewket...”
Seyda, gelek stranên folklorî bi kêş û serwe hûnandiye. Ew
stran ji mirinê reha kiriye û sipehîbûn û qeşengî bera
rewanê wê daye û bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye.
Mîna: Siyamend û Xecê 335 cotmalik in, Sîpan û Perwîn 400
cotmalik in û Ciwan û Kejê jî 421cotmalik in.
Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî girêdayî bû û
leheng, mêrxas û navdarên dîrokê di helbestên xwe de aniye
ziman. Pesnê dîroka gelê xwe dida û her û her digot:
“..Buhiştek Xuda ye li xakî zemîn
Berê ew bi navê Meya Fareqîn
Ne dûre ji havîngehên ber Ferêt
Bi nav û bi deng bûye bûka welêt
Ji berya hezar sal Meya Fareqîn
Dibû dewletek serbixwe nazenîn
Dema bûye dewlet bi serxwe’v dihat
|