|
 |
|

salihê heydo
Salihê heydo di 6 ê meha adarê di sala 1956 an de li gundê
Hesê ûso çêbûye xwendina orte xwendiye Hesê ûso dikeve hêla
Amûdê parêzgeha Hesekê Cezîra Sûryê Salih ji biçûkaniya
xwedi guh dida tor , ziman , çand û filklorê kurdî û têde
noq bûye û bûye weke lêvegerkî û makdera gelepûrî kurdî.
Ji berhemên wî yên çapkirî evin :
1- kê ferat dîwana 1 ê yekê helbest 1985.
2- Serpêhatiya perîşan û Memê şivan (destane) 1985
3- Birîna kûr dîwana (2)an 1988.
4- Serpêhatiya Tûmazê kildanî û axayê şêrwanî hemî çîrok û
serpêhatiyên jîwarîne 1996.
5- Evîna welêt dîwana (3)an 1997
Ronîkirinik li ser karên wî yên dîtir.
1-2000 dîrok û stranên folklorî berevkirine û hemî şirove
kirine bûyer , tarîx , cih û warên wan daye nîşandan.
2-500 çîrokên gelêrî bi awayê hebû tunebû nivîsandiye.
3-4000 metelok û derbirrîn û pendên pêşiya ji winda bûnê
paristine û nivîsîne tev şirovekirnê.
4-300 mamikên têderxistinok di gel 500 hejmarok û zûbêjiyên
zarokên kurd.
5-50 dîrokên zarokan û sirûdên folklorî.
6-200 qelîbotik û pêkenokên kurdî yên gelêrî.
7-7000 wêne (sûret) yên keç û jinên kurdan bi kinc û cil û
berg û girêdana wanî resen û rengîn yên her herêmê û e'şîrê
digel yên zilaman.
8-90 CD sîdî tomarkirine bi deng û reng digel keç û jinên
kurd yên her deverê bi dîrok û awazên wan yên folklorî bi
awayê lêvegerzndina keç û jinan weke koral û kewres hemî yên
paleyê , qirşvaniyê , destarhêrkê , dankutê , dewkilanê ,
bêrîvaniyê , kirîvantiyê , hêlan û dergûşan , savar kelînê ,
bêlûte , hûrizî yên ser bûk û zavan , qeyd cirîda hespan , û
hemû dîrikên ku di kar û barên kurdan yên jiyanê de digel
alav û daçekên wan hatine parastin.
9-çar dîwanên neçap kirî.
ji bilî helbestan û berevkirina folklor û bend û mijarên ku
li ser zimanê kurdî nivîsandine zane li piraniya anstromant
û pêwengên kurdî xîne weke tenbûr , 'ûd , cimbiş , org
,bilûr , fiq û yêd mayîn.
10-56 pirtûk û derpêçên wî yên neçapkirî hene.
Gelekî helbestên Cegerxwîn dixwendin û dîwanên Ehmedê xanî ,
Melê Cizîrî , Feqê teyran dixwendin û dan û sitenda wî pir
bi seydayê Tîrêj ri hebû û ji helbestê wî hez dikir di
piranya kovar û rojnamayên kurdî di nivîsandiye û ser
nivîsarî kovara Gulîstane ji piçûkaniya xwe de guhdarê
radiyoya Êrîvanê bû û dengê Tehrana pişka kurdî niha li
bajarê Hesekê dimîne.
|